a photo of Karabêtê Xaço

Karabêtê Xaço

Saliho û Nûrê

Nûrê dibê Saliho rebeno Dilê min bi dinyayê qet tunîne Saliho lo ay pismamo lo De rabe malik ji mala mîratê lo lo lo Wele xwedanî xêra li gundê me tunîne Çawa destê Salihê min xistin darê kelepça Diyariya Diyarbekira şewitî dikudîne Dibê wezê têlê li ser têlê bişidînim Wezê Salihê xwe ji Hepsa Cimûryetê bi zor derînim Saliho lo ay pismamo lo De rabe ji emrê xwe de çardeh saliyo lo Nûrê dibê Saliho rebeno Wezê îro Diyarbekira şewitî li têlê xim Saliho la kuramo lo De rabe malik ji mal a mîratê lo Wezê morê keya bi keya li teya bînim Li mezbetê bixim Wezê Salihê xwe ji hepsa Cimûryetê Bi zor derêxim Saliho la ay kuramo lo De rabe malik ji mala mîrato lo Nûrê dibê Saliho lawo Çûme Diyarbekira şewitî bi kevirê birî Saliho la ay pismamo lo De rabe ji emrê betal be talan lo

Bêjebêje © 2015-2024