a photo of Karabêtê Xaço

Karabêtê Xaço

Sarê Rabe 2

Sarê rabe êvar e, mehrûmê rabe êvar e Sîka girtî dîwar e lo, sî daketin zinar e Kese li gundê me tune lo, ji xeynî me dost û yar e Sarê hato ji bêriyê, mehrûmê hato ji bêriyê Kefî girêda li eniyê lo pêşmal sor e li pêşiyê Sarê qîza xelqê bû mihbeta dilê mi ketiyê Sarê tu sara min î, mehrûmê tu sara min î Mi bi xulama gerdenê lo, şêbiskê meqeskirî Şêbiskê meqeskirî lo, dor simbêla herbilî Goşt qelewê nedînê lo, li ser nanê genimî

Bêjebêje © 2015-2024