a photo of Karabêtê Xaço

Karabêtê Xaço

Silêmanê Mistê

De here lê dayê, ha dayê ha lawo Xato digo Silêmano lawo Û dilê min rebenê lawo Vê sibekê dilek dîn e Min gote neçe pêşiya terş û talaşê Mala Faro Û lawo ji Gaza Zenga Ji Çemê Qûmariya venegerîne Min go Mala Faro Maleke ji ber û paş de Dibên tivingçî ne Wê derbekê li bejn û bala Silêmanê Mistê Û li Birahîmê Mamûdî xweşmêr Wê bixîne dayo De here lê dayê, lê dayê Xato digo Silêmano lawo Û şerê çêbû li Gaza Zenga lawo Bi kerek per e Min dît çend peyayê Mala Faro Ketin Çiyayê Kolik Weza dêranê xwe berdane Gelo tevdîra şer e Îro derbekê lê dane Li bejn û bala Silêmanê Mistê Li Birahîmê Mamûd Lawo dibê Cemîl ketiye berê vê çardarê Û çardara Silêmanê Mistê Birahîmê Mamûdî xweşmêr Û heyla lawo dîsa birine bi xwe re De here lê dayê, lê dayê Xato digo Silêmano lawo Û Xwedê şer e lawo Vê sibekê min şer navê De giran e eskerê Cemîlê Çeto Kete Diyarê Kolik û Hafa Çemê Memika Aqarê Dûsadekê Lawo kitekitê siwaran xwe berdane Wî alî avê Û îro derbekê lê dane Li bejn û bala Silêmanê Mistê Li Birahîmê Mamûdê xweşmêr Dibê lawo ketine ber darê çardarê Û çardara Silêmanê Mistê Birahîmê Mamûdê xweşmêr hey lo lawo Dîsa bi xwe re birine malê

Bêjebêje © 2015-2024