a photo of Karabêtê Xaço

Karabêtê Xaço

Yane Yane

Ay lê yane yane îro min go yane Min go Deşta Sirûcê deştekî pan e Sibe ye Dûmanekî girtî erdê Mijekî girtî ezman e Hinekan digotin berf e Hinekan digotin baran e Hinekan digotin siwarên ereban û Iniza Li ber hev didane Hey mêvano Ay li yane yane yane Min go êvar e cerdekî siwaran Derketî ji xêmê binê beriyê Lo êvar e cerdekî siwara Derketî ji xêmê binê beriyê Bala xwe didime van siwaran Nizanim kî û kê ne Hinekan digotin Evdilê Îsê lo Hinekan digotin Siwarê Paşê lo Hinekan digotin Siwarê Hemê Mûsikê lo De keçikê ji binê konî babê xwe derketiye Şimikeke zîvîn li piyê xwe xistiye Dibê ev siwarê hanê Ne Siwarên Paşê ne Ne Siwarên Hemê Mûsikê ne Ne Siwarên Evdilê Îsê ne De kurî Mamê ne Ji êvara Xwedê heta şerqa sibê Mêvano lo lo lo Ay li yane yane yane Min go ji înê hatî welatê înê Stêrekê li Mila dî Stêra berê Medînê De şewq û şemala xwe da Sûka Diyarbekir Sûka Mûsilê Welatî Mêrdînê Keçikê digo de lê lê mala min nexweş e Di nava vê nivînê De lê lê malê ji malê dinyayê têr nabe Ezê rabim kirasekî sorî Şiftelî Helebê Li bejn û bala xwe kim Guharekî Heyderî Xilxaleke Erebî De taseke zêrî bavêjim serî Bi Xwedê xem û xiyalên dinyalikê Gelekî zehf in Ezê nîvê şevan û pêştir Bi lawikî mala xwe re birevim Hey mêvano

Bêjebêje © 2015-2024