a photo of Karabêtê Xaço

Karabêtê Xaço

Zembîlfiroş

Zembîlfiroş zembîla tîne Rebeno zembîla tîne Li sûk û li mihela digerîne Li sûk û li mihela digerîne Gul-Xatûn li bir rê dibîne Aqil diçe, sewda dimîne Zembîlfiroş lawikî Derwêş e Bi rebeno lawikî Derwêş e Kerem bike tu were pêş e Bihayê zembîlê xwe bêje Xatûnê wez tobedar im Hirmetê wez tobedar im Ez ji rebê jorî nikarim Zar birçî ne li mal in Zembîlfiroş lawikê Ebas e Rebeno lawikê Ebas e Bi tena derpî û kiras e Ji destê Xatûn nabe xilas e Xatûnê gerden bi morî Delalê gerden bi morî Şixûl nabe bi kotek û zorî Zembîlfiroş çû Kela Mîrê Rewan e Bilind e xwe di kelê de berda bû xware Vê evdê wê bi gunekar e

Bêjebêje © 2015-2024