the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Karapetê Mêlkon

Axayo

Lo lo lo lo axayo hayê hay hay Qurban bejn û bala Mîrê Perîxanê, maqûlê, bi nav û nîşan vayê Ji xema dilê min û te ra zirav e kulîlka çardê vê sibatê Wele hêşîn dikir li serê rêkan û dirbê bajarê xopana Diyarbekir Maqûlê, bi nav û nîşan, dîsa li ber bedenê tev kêlatê Lo lo lo lo axayo hayê hay hay Qurban bejn û bala Mîrê Perîxanê, maqûlê, bi nav û nîşan Ji xema dilê min û te ra zirav e rihana nêrooo Wele hêşîn dikir li xopana bajarê Diyarbekir, ber bedenê Maqûlê giran, dîsa wele li ser zinêr oy ax Erê roja îro wele wez ê qesr û qonaxê Emînê Perîxanê Maqûlê, bi nav û nîşan, ji dê û bavê wî ra dîsa bikim fêrooo Lo lo lo lo axaye hayê hay hay Qûrban, wele dilê minê ji xem û xiyal û derdê dinyalikê Maqûlê, bi nav û nîşan, rojanî îro ne mi go dîsa bê te bê te Erê kula Xwedê Rebê alemê sê cara tu yê bi kul bî têkevî mala wele qolordiya bajarê Diyarbekirê Mihemedê Resûl ne mi go dîsa Ahmedê Misto Çewa îro sê şev û sê roja ketine pelê Şikeftokê bi roma Dîsa pey Emînê Perîxanê maqûlê, bi nav û nîşan De wele digerin dîsa taqîbatê Erê roja îro minê bala xwe dayê Emînê Perîxanê maqûlê, bi nav û nîşan Wele hêdî hêdî meşiyabû di ber avê da Bila kula Xwedê Rebê alemê, ji ezmanê hefta bi kul bî maqûlo, têkevî derî mala Ne mi go dîsa Xelîlê Misto, wele vî neyarî Çewa îro derbekê dane bejn û bala Emînê Perîxanê, maqûlê bi nav û nîşan Tîrêjê xwînê bela bûne bi ser şal û şapikê tirîgo ve Xera kirine roja îro cizdanê qewl û qîzê ra

Bêjebêje © 2015-2024