the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Karapetê Mêlkon

Çemê Warsûnê

Hê hê hê hê hê hê Çemê Warsûnê çemeke wa bi dar e hê Bi şeveqa serê sibê ra li guhê minê xweş tê xuşînê darê dar rima Şerqînê kutik çapa, hokînê kurê bava, Qumriyê dibê Keleşdarê nemayê bila ne mi go roja îro takî ji porê serê min û te nemîne li darê dinyayê Wele çewa gulakî risasê îro dane li bejn û bala Bavê Evdilkerîmê layê Meysê koçeriyê, maqûlê bi nav û nîşan Erê şerê giran ji nîvro pêştir qulibiye ser xweyê xurcînê çiwexan e Hê ê de hê hê hê hê ax Erê maqûloy de rabe, Evdirehman Begê ne mi go, mezinî Şemera cem me şer e, Îlan û eşîretê koçeriyê giran in û wele dûr de hewera Bavê Evdilkerîm nayê Hê hê hê hê hê hê Çemê Warsûnê çemeke wa bi bî ye hê Bi şeveqa serê sibê ra li guhê minê xweş tê xuşînê darê dar rima Şerqînê kutik çapa, hokînê kurê bava, şerqînê çapiliya, Qumriyê Dibê Keleşdarê nemayê, ne mi go, bila ronaya çevê te nerije roja îro li dinyayê Wele çewa gulakî risasê dane li bejn û bala Bavê Evdilkerîmê layê maqûlê bi nav û nîşan Erê roja îro ne mi go kuştine maqûlek ji maqûlê koçeriyê hê ê de hê hê hê hê Erê maqûlo de rabe îlan û eşîretê koçeriyê giran in Wele dûr in ne mi go di hewara Bavê Evdilkerîm nayê

Bêjebêje © 2015-2024