Karapetê Mêlkon
Çîya Dibên Em Çîya Ne
Eman sebra dila yar, çiya dibên emê tev çiya ne
Emrê dilê minê, wele çiya dibên wemê temamê mînakê wem çiya ne
Golikê salê rabûne li şûna ga û gamêşa dibên em jî ga ne
Erê ji îro pêştir mirin lawikî mala minê ketiye welatê xerîban û xurbetê
Wele şindokî kurê xelqê şûna diyarê malê divê ji îro pêştir wez axa me li min
Ay miraqlî me sebrê, ay sewdalî me berxê, ay derdê dinyayê çima para min û
te ketine berxê
Eman sebra dila, wele çiya bişewitin, tu car û tu car bê dar nabin, emrê dilê minê
Wele geliyê Şoqip û Şemala şewitî, ay bimirim jê ra, tu car bê av nabe
Wele qîzê vî heyamî ji çarde pazde salî wir ve, erê destê xwe li heft kitêb û
Ne mi go dîsa Qurana xin, erê di mala bavê de bê yar û bê dost nabin, li min
Ay xirabmal im sebrê, ay sewdalî me derdo
Ay delala malê çima perê vê salê ne migo derdê dila para min û te ketine berxê
Eman sebra dila pinek ewrê reş û tarî li ser zinarê Mêrdînê, emrê dilê minê
Wele qebeqeba cotekî kewê kûvî tê, delala dila, ne mi go ji îro pêde ser hêlînê
Wele tiştê hatiye serê min û keleşgewra malê
Erê berê vê salê neyê serê Eyûbê kurmexwarî, na wele Mem û Zînê li min
Ay xirabmal im gidî, ay delala dila çima derdê dinyayê para min û te ketine berxê