the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Karapetê Mêlkon

Derwêşê Evdî

Lo lo lo loy lo wey lo loy lo loy lo hey loy lo, lo hey lo, lo hey loy Talanê Edlê divê, ya wel xeyo Derwêşo, minê tu malekî zor î baş î dinyayê ji te navê O de wele minê ji te divê colekî miya, colekî deva, konekî çarde stûnî, stûna nîvî ji darî darbenavê Ne mevê vegirin li kewkewî bi navberê kona binesiyê, pişta kona bidine çi- yayê vê kitabê Minê rojanî îro adekê dayê li ber Rebê alemê Piştî Derwêşî Evdî lawikê êzîdî, ya ko binê tu kes navê Herê hey lo, lo lo lo hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo Loy loy loy loy, talanê Edlê dibê ya wel xeyo, wele minê ne male , bîle minê ne mêr e Talanê Edlê dibê ya wel Derwêşo, wele minê ne mal e, bîle minê ne mêr e Ne wez ê xweka heft bira me, dozde pismamî ji mala egîtan û di şêr in De rojê sê cara erke Derwêşê Evdî kinikê maqûla lawikê êzîdî, li kewkewî mila nebînim Wele wez ê karim derêm serê girekî weke girê Hamûda kambax û serê dozde bira, sêzde pismama, çarde biraziya bi doxa teşiya xwe veşêrim Herê hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo Loy loy loy loy û talanê Edlê dibê, ya wel Derwêşo, wele minê ye Ne mi go ji xêra mala Xwedê û paşayê keremê ra dilê min bixwesta De bila Derwêşê Evdî lawikê êzîdî kinikê maqûla bata bin konê Zor Temir Paşayê Milî, tasanî avê ji ximşê, mi xezalê, mi karê bixwesta, sê adê li can û cesedê mi keçikê ketiba Min ê cotê zer memikê xwe yê di ber de jêkirina, yekê li şûna tasanî avê, ya dinê şûna fîncan qawê minê dagirta De wele li ser temsiya zêrî pêşberî Zor Temir Paşayê milî, egîd û fêrisî pêlewanî Kîkanî û Milaniyê minê Ne mi go dîsa li ser tilî pêçiyê mamanî sosinî hêdî hêdî qedem bi qedem yavaş yavaş De migo dîsa min ê rawesta bidana desta Wele derdan û kul û meqsedê dinyalikê ew bû roja îro dilê mi de minê ji Rebê xwe bixwesta Erê hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo Loy loy loy loy loy û talanê Edlê divê, ya wel xweyo, Derwêşo Bi serê bavê te kim, wez ê ne mi go wele ji Kîka ne kîkî me, ez ê ji Mila ne milî me De wele rojanî îro ne ji tirsa bav û birakê mi ra bûna, ji qala der û cînarî xirabê gundê me yê heram ra bûna Ez ê rojanî îro biçûma xêvê binê beriyê bin konê Derwêşê Evdî, kinikê maqûla, lawikê êzîdî rûniştama De wele gava xelqê bigota lê lê pitûlê tê çi kesek î Min ê bigota ez ê dosta lawikê, ne mi go dîsa dosta Derwêşê Evdî me De gava bigotina tê ji eslê feslê xwe ve çi kesek î Min ê bigota wez ê ji eslê bavê kal û cidê xwe da êzîdî me Hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo

Bêjebêje © 2015-2024