Karapetê Mêlkon
Ez Xezal im
Ez xezal im, xezal im, xezal im
Ez xezal im, gelî gundiyan û cînara, xezalê gotî
Wele wez xezal im, xezala çiyakê vê Şengalê û le ji xêra mala Xwedê ra xezalê gotî
Wezê têr biçêriyama li qûntara çiyayê xopana vê Şengalê
Na wele mexelê min xezalê çêbûba biniya dara Gola Xatûniyê
Wezê vê sibê rabûma têketama pêşiya tejî tulê nêçîrvanê mala bavê xwe xe-
zalê li binê berîkê
Erê çar payê gule mîrata Martîniyê
Xezal im, xezal im, wele ez xezal im, bîle tile wez xezal im
Erê wezê xam werdekek ji werdekê golê cemidî, golê avê sar im
De ji serê sibê heyanî van danî êvarê
Wele li qûntara çiyayê Şengalê, di mexelê xwe da
Erê wezê ji bûna xwe lawikê mala xwe jî, wezê ne mi go kûr dinalim
Ez xezal im, xezal im gelî gundiyan û cînara xezalê gotî
Wele wez xezal im, xezala çiyayê vê Mêrdînê
Lê ji xêra mala Xwedê ra xezalê gotî
Wezê biçêriyama, ne mi go li qûntara çiyayê vê Şengalê
Lo wele bila mexelê min xezalê çêbûba biniya kela xopana Nisêbînê
De ne mi go nava rojê wele wezê têra bixwarima li dîsa ne mi go binya dara
Gola Xatûniyê
Ez ê vê sibê rabûma têketama pêşiya tejî û tûlê nêçîrvanê mala bavê xwe xe-
zalê, li binê berîkê
Erê ne mi go dîsa roja îro çar payî gulê mîrata eyneliyê
Xezal im, xezal im wele wez xezal im, bîle tile wez xezal im
Erê wezê xamwerdeke ji werdekê golê cemidî, golê avê sar im
Erê ji serê wê sibê heyanî van danî êvarê
Li qûntara çiyayê vê Şengalê, ji bû xwe, lawikê mala xwe jî
Wele di mexelê xwe da, wezê ne mi go dîsa kûr dinalim