Karapetê Mêlkon
Heyla Mîro
Heyla mîro heyra, roja me diavêtî ji Martînê, ji Gumgumê, lo bi du rima
De wele daye bejn û bala bavê her du siwarê ereb, ne mi go li misînan û gimgima
Mîro heyra ji êvara Xwedê ve minê bala xwe dayêkê şayî ketiye nava koma neyara
Wele qîrîn û şîn û girîn ketiye nava koma lo van xanima
Mîro, heyla mîro were meçe Romê, mîrê min lo lo Rom xayîn e
Na wele bextê Romê tune, wê Rom ê mîrê zirav maqûlê giran lo bixapîne
Heyla mîro heyra, bejna mîrê mi zirav e gula lo diyara
Heyla mîro qurban tê îtibara xwe neyne mijûlî û galegal û gotinê hemî lo
wext û gava
Erê ji xêra mala Xwedê ra îro berê mîrê zirav nedana hebisxana Werziromê
Herê bila bidana Kela Çixûrê nav Mala Şîgo, lo nav neyara
Mîro, heyla mîro were meçe Romê, ax mîrê mi lo Rom xayîn e
Wele bextê Romê tune, wê Rom ê mîrê zirav lo bixapîne
Heyla mîro heyra, wezê naçime gundê mîrê minê lo wa bi co ye
Heyla mîro qurban, minê ne mi go ji êvara Xwedê va bala xwe dayê
Wele milê rastê xweş tê ne mi go dîsa şerqîna eskerê bolûkê nîzamê ye
Wele minê li milê çepê rên çi pêrê
Ne mi go xweş tê borîna şêrê sor, borîna Delû Qaso ye
Lê ji xêra mala Xwedê ra îro ne mi go berê bavê Zibê nedana hepisxana Werziromê
Erê bila bidana Kela Çixûrê nav mala Şîgoye were mîro
Heyla mîro were, meçe Romê, mîrê mino Rom xayîn e
Wele bextê Romê tune, wê Romê mîrê zirav maqûlê giran lo bixapîne