the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Karapetê Mêlkon

Şerê Qelenîyê

De lo lo, de lo lo lo, de lo lo lo, de lo lo, de lo lo lo, de lo lo lo, de lo lo lo De lo lo lo, de lo lo, de lo lo lo, lo lo lo lo lo bê tertîbo birayê De lo lo lo, de lo lo lo, de lo lo lo, de lo lo lo de lo lo lo, de lo lo lo Mîrpenco bira, wez ê dêlanê Qeleniyê diketim diyarê her du biya Giran e, eskerê şahê Makoyê ecem De wele dihat û şerê qewxanê giran ji êvara Xwedê ve Ne mi go qulibî ser milê me her du biraya De loy lo, de loy lo, de loy lo, de loy lo, de loy lo, de loy lo, lo lo mîro De loy lo mîrpenco bira, wez ê bi dêlanê Qeleniyê diketim, wa bi dar e Dacirganê destê Tembûrvanê min î bira kekê Şimsê bavê Cemîla bi şêlaz e modîne navê kareban e Ne Şemsîr xanim dibê wez ê herim birca belek di ber serê Tembûrvanê bira rûnêm De bêjim Tembûrvano bira rabe çevê xwe ji xewa şîrîn veke û bala xwe bide êl û eşîretê rengîn Eskerê Makoyê Şahê ecem ku heye heft hezar e Eskerê kekê minê hindik e kêmqewet e, pê nikare Lo loy de loy, de loy lo, de loy lo, de loy lo, de loy lo, de loy lo Tembûro birawo De lo lo mîrpenco bira, wez ê dêlanê Qeleniyê diketim bi hêl û mêl e Na wele heyfa mi lê nayê roja îro li tu heyfê û çawa li orta meydanê cindî ne Wele simbêlê bavê Cemîla kekê Şemsî xanimê de bi qamê jêkirine davêtine binê erduka kirine têl bi têl e, dêran im li dinyayê De loy lo, de loy lo, de loy lo, de loy lo, de loy lo, de loy lo, lo lo mîro De lo loy, de lo loy, de lo loy lo, mîrpenco bira, bira nata sira Qeleniyê Bayê siran û zozana, sira serê çiya ye Ahmed bi sê denga gazî dikir, li Eshed bav û bira tê îro rabe fatîhê fişeka ji kekê xweyî delal ra hêdî hêdî vala ke li ser ebayê De wele wem ê bikevine kêleka hev û dinê, navê mêran û di şêran Bi qewata Xwedê û Rebê alemê eskerê gorîsafî giran serê çaplî û madoniya Roja îro em ê xwe lêdin wanê wê ekserê Herê hay de berdê, hay de berdê, hay de berdê, hay de berdê û Eshed bav û bira de berdê, şêrê soro de berdê, destîna nasir erebê bavêje mil û zendê De wem ê bikevin kêleka hev û dinê, navên meran û di şêran, bi qeweta Xwe- dê û Rebê alemê, çil melekî erdê, çil li esîmana Rojanî îro eskerê şahê ecem e lê li serê çaplî û modeliya kulê dinale eskerê De loy lo, de loy lo, de loy lo, de loy lo, de loy lo

Bêjebêje © 2015-2024