Karapetê Mêlkon
Sewdalîyê
Lê hay, lê lê lê hay, lê lê lê hay, lê lê lê hay
Payîza toyê lê mi nekir kar û barê zivistanê
Payîza toyê lê mi nekir kar û barê zivistanê
De wez ê diçûme bajara digerim bajarê Londeranê
Min ê digo, hoste Murat di bextê te û Xwedê tê were dikanê
Xizêmekê ji yarî zerî gewra mi ra çêke, zînê xuristanê
De daneyne ser keranê, lênede bi çakûç û bi sindanê
Hilû bike bi zimanê, paqij bike birû çavanê
De sêsed û şêst û şeş boxriya ji xizimê bide berdanê
Rojê govend û her dîlanê îda û cumayanê
De bila wele sêsed û şêst û şeş boxriya difrote bidin cîdanê
Gavê me keperê govendê dîlanê
De hinek ê bêjin pîroz û hinek ê bêjin sed bimbarek li xwey xwedanê lê
Lê lê lê hay, eman keçik kurmalê, bejna te zirav e bînayê takî rihan e hewayê
Sing û ber û bedenê te bînane pelekê berfa Çiyayê Belqîzayê
De do roja sisiya îro qulibî roja çara
Min ê ramûsanê ji deqa semayî boxazî qirik hinarî, rûkê rastê hildayê
De wele şîrîn e bîna hêjîrê Çiyayî Şengalê, pûrteqalê Bêrûdê, hinarê Zivzikê
sêvanî Meletê
De ji do vî çaxî heyanî îro, tema ramûsanê vê teresê teresbavê
Wez ê dikim nakim ser dev û lêvê mi nalê
Lê lê lê hayê, eman keçê kurmalê, min ê digo ax û tê digo yeman
Sewdaliyê, kurmalê, min ê digo ax û tê digo yeman
Govendeke, her dîlaneke qewî giran, gundê mala bavê sewdaliya mi digeriya
Minê bala xwe dayê sewdaliya minê li xwe kiriye şareke sore hemayl
Li pişta xwe girêdaye kesre rewan
Çavê minê dikete, qirik û reşikê kesre rewan
De wez ê diketim erdê hineka digo hebû hineka, digo na wele qet û qe jî
nema lê
Lê lê sewdaliyê kurmalê, ne mi go dinya nemayê wele ji Cimimî Siltan, Xec û
turka, dîsa ji mesikî binî golan
Dinya nema ji Rostemî Zal xweyê gurzanê giran
Dinya nema ji başbazirganê salê kurê Elîyê Ûnis û dinya nemaye mi go dîsa ji
mesîkî binî golan im
Lê lê sewdaliyê kurmalê, wez ê diçûme çiya ciyê hûrdeviya
Dageriyame hizniyeta bavê Kemal, govendekê dîlane xwayek tê da digeriyan
Minê bala xwe daye yekî dibe sêzderî tê da bû di perê govendê da ji mi ra
îşareta dida, bi tilîya û yekê ji mi ra ne lazim e, binê şivanê di gavanê di dora
gundiya dinê
Yeka xûla reş î erebî ye, ez ê ji vir û bajarê Yerewanê jê direwiyam
De ya sisiya yeka bejnzirav e, wez ê bi nêrdewanê ve hêdî hêdî bi alî pencera
we dikêşiyam
Bi kotek û cebranê destê min ê bigihîşta baqê reşkeziya
Bi ser mi ve ditewiya, mîna kevanek ji kevanên êzîdiyan û deynî ser pembûya
hêsaniya, sî û sê diranî devê min
Dev û sedemî ramûsanê vê teresbavê temamê vênakî ne diweşiyan