Karîger
Birîndarin
Qellem degrî, minîş diwa be diway
Kê mallekey pê dezanê, bim be bo lay
Le kiwêy, diyarnî, xom pêşan de
kiway, be nêwî to awriyan têberda
Birîndarîn, seyirman ke lew serewe
Beçî xom rizgar kem, bew sengerewe
Berge nagrîn, ta key top û teyare?
Xem le ruxsar da êstaş diyar e
Nebotewe wîşk, êsta xiwênî hellebce
Be nêwî to xerîkin lêman deden kelemç e
Kiwa xezebeket?, kiwa rehmeteket?
Têyda nebû bê namusî û ser birrîn kitêbeket
Kiçî no salle lexoyan deken mare
Cema'et êwe bîllên key xuda berdar e
Lêwiyan wîşke, aw kiwa?, niye qumêkîş
Wat lêhat, şerrefî ême be pet rakêşî?
Babe kiçeket ser birra, kirdiyan etik
Leahî to daye delurênin wekû tutik
Pêyan billê ewey ême dîman zore zullm e
Min natiwanim birrom, êre gillim e
Lêre ledayk bum, lêre pêm girtuwe
To çuzanî, min leser ewxolle çîm kirduwe
Billê to bo rûnakî nehatî, hatî bo xoll dagîr kerî
Hatî şerref û namusî kurd berî
Lebîrî nekey wişekanim be sebir û be zebre
Dujminî heq cêy qebre, ba bîllîm bizanî,
xellkekem riqî le cebre Karit nagrê ser,
darit nagrê ber, berîş bigrî zerd e gellaket
To bexiwênî mindall awit bedareket dakrid
Hêzî heye, dekzêtewe û birîndar im
Debê lexoyan bîdene leser dar im
Leser şax û çiya birsî û awerem
Le şik dam xudaye, begiwêt dega hawar im?
Birîndarîn
Dillit hat mindall lexewda çillekênî?
Derîkey lemallî xoy, leser texte berd bîxewênî
Deydeyewe tawanî ew hemu firmêske
Qeyna bîke, dillî daykekan bê hêzke
Legell ew daykana le dergay xuda dekem sikalla
Lemêje xiwênman derrjê, hezar salle
Giwêm le teq û kut bu her kirrdimewe fam
Boye qedrî nebu siyaset lam
Mindall le bawşî daykî deda giyan
Qenarî leqefez da ziyatir deda han, bo çirîkandin
Xiwên bote aw, derrjê le gerrekî ême
Basî dille rawkê meke, beqed hemutan pême
Pirr le dillerrawkêm le mindallîewe
Berew mirdin derroyn be dest betallyewe
Kerîm bese, takey rawestan
Takey be tiris û lerz lexew hestan
Takey manî beşer leser çiwar rê
Çaw im derhat, to billê bo xuda diyar niye
Rêgay yekem hejariye, lêy dernaçîn
Duwem xakekemane, dellên leserî laçîn
Sêyem xot dezanî birakem, yek negirbune
Çiwarem pêkenîn wihellperrîn leser xiwênêkî rune
Boye sîpelakman rizî, xeze, şengal, kobanî
Billê bo çaw kizî, billî demanhewê sipî ca leperro key
Billê dethewê le ziman xudawe takey dirokey?
Birîndart kirdîn, çanabêtewe şiwênekey
Det hewê rojî qiyamet bederdî xot ru lekiwê key?