a photo of Karwan Kamil

Karwan Kamil

Binaz

Binaz were da li bejina te bialim Sehike çava çend xerîb û bêhalim Şevên tarî herdem bo te şemalim Bawer bike ez bo te kes û karim Dêhêm serê xo li ser sîngê te danim Bawer ji te dikem ji ber hindê ya jivanim Hembêza te parastîm û ciwanim Ji xeyrî te kesê li dilî nadanim Min ji dil tu divê ez ne ya peşîmanim Dwîr nekeve bê te ya bê xudanim Binaz were da bizanî çend hej te dikem Serxatira te eşqê bi gula ava dikem Navçavên te û tibilên nazik maçî kem Te bikem şahjin dilê te ji xo razî kem Taca serî herdem ji te razî me Her çi bêjî axaftina te zêrîne Bawer ji te dikem bes dilê min bihelîne Xo nêzîke nazdara xo bi nazîne Serdestêt xo min bêhuş ke û binivîne Ez ya te me xema ji dilî birevîne Dêhêm serê xwe li ser singê te danim Bawer ji te dikem ji ber hindê yê bi jivanim Hembêza te parastîme û ciwanim Ji xeyrî te kesê li dilî nadanim Min ji dil tu divê ez neya peşîmanim Dwîr nekeve bê te ya bêxudanim

Bêjebêje © 2015-2024