a photo of Karwan Osman

Karwan Osman

Bapîranman

Bapîranman xemyan exward Bellam ême xem demanxwa Xem sûr e, xem xwên e Serapa demanşwa Bapîranman xem wekû tem Pencerey dillî degirtin Xemî êmeş xencerêke Wa le mêşka, wa le mêşka Xemî ewan cûtê çaw bû Eşqêkî pîtî naw bû Dû şaballî lê derrwandin Defirrîn, defirrîn Xemî êmeş mistêkî qurs e Bo naw dem Cûtê çawî pirr le qîn e Tûşit deka û cêt dehêllê Bapîranman xemyan exward Bellam ême xem demanxwa Xem sûr e, xem xwên e Serapa demanşwa

Bêjebêje © 2015-2024