a photo of Karwan Osman

Karwan Osman

Camî Lêwit

Camî lêwit firu bêne bo ser lêwim Bo nazanî çend tînum û çend peşêwim Bê defterî dillim tey ke, diyarîye Her bo karaskî çawî to cê yarîye Min azarî xom xoş dewê û makî xome Hergîz xemê bo xom naxom xemî tome Ba çawî to bo kuştinim terxan nebê Ba zulfî lûl min şêt neka û pexşan nebê Ba axir bê hatûçokey wek caranit Meyke be tof rişênekey beharanit Çaw dagire, lêt hatuwe, bellam be naz Melî dillim destemoye, boçîte baz Xwa pêdawî ciwanît heye lêm bipirsin Xwa pêdawan toy lê derçê êsik qursin Ew ciwaniyey lay to nebê key ciwanîye? Şanim barî to hellnegrê pê şa nîye Boye şanim daye barî em xulîyaye Dinya be bê ewînî to hîçî tiyaye Legel tenafa qollî tom bikrête mil Le çawî pîsî cellada debim be gil ’aşiq nîye lem dinyaye bigat be min Dêwanekan min raberim bo kwê deçin? Girî girî xirr bibinewe rojî ceme Rêy hemûman bo layeke, berew şeme Honrawe:hesîb qeredaxî

Bêjebêje © 2015-2024