a photo of Karwan Osman

Karwan Osman

Cejnî Merg

Cejnê be şêwey peşêwî û be şîn Be ah û of û be nalle û girîn Be awazî dill, dillanî xemgîn Be ahî sard û be bijey birîn Xuşkan le xwêna çeqîw ta keman Bo her la birroy şîn bê seranser Cejnê cêy bînîn jûrî zîndan bê Cejnaney lawan, kotî giran bê Şadî û bezimman ciger êşan bê Yaxwa ew cejne be zehrî mar bê Ew cejne korrî şîn û şepore Dill pirr le zam û jiyan serşorre Cejnêk cejinme, xakî nîştîman Jêr çepok nebê, bijî kameran Korrî lawanî le derd dirawim Xwênî gencanî, kurdî kujrawim Bîsênim ewsa nanî birrawim Destgîrim bibê ta bê henawim Ewsa pirr be dill ellêm şadî ye Ellêm wa cejne û gel azadî ye Şêrko bêkes

Bêjebêje © 2015-2024