a photo of Karwan Osman

Karwan Osman

Eger Hatî, Tenya Were

Eger hatî, tenya were Ew barane pestim eka Ke reşebay legela bê Pest debim Bew gulle genimey Legel jenga penceyan têk helkêşa bê Ey baranî sallî nehat Eger hatî, tenya were Bê reşeba û bêdeng were Ey gulle genimî zêr kiftim Eger hatî bê jeng were Herwek le naw dilma tenyay Serînekem bo dû kese Dû kursî tamezrom heye Dû piyaleşim heye bo çay Helbest: Ebdulla Peşêw

Bêjebêje © 2015-2024