a photo of Karwan Osman

Karwan Osman

Em Mirov E

Em mirov e, hendê car le tenhayî da Xemekanî wek çira dadegîrsênê Hendê carîş çepkê hetawî serbirraw helldegrê Wek şêt be naw kollanekan da degerrê Em mirov e, wek to jiyanî pê xoşe Katê legel yarekeya sema eka Yan le kenarî rûbarêk dadenîşê Wa dezanê, wa dezanê, wa dezanê Siwarî estêrekan buwe û be naw gerdûn da ra deka Bellam katê ke debînê nîştîmanî leser şostekan kewtuwe Nîştîmanî le jêr sêberî çeqo da milkeç buwe Be dengî berz hawar eka, dergay şar berdbaran eka Dem û çawî paşakanî be tif siwax eda Em mirov e, le goşeyekî em dinya berîne Çawekanî be barteqay panî gerdûn kirdotewe Ellêy tenha em careye em zemîne wa debînê Ellêy yekem care zemîn be rûyewe pêbikenê Çawekanit be barteqay panî gerdûn kirdotewe Be hêminî le rojgar û bîr le jiyan ekeytewe Ewetanê bem nîweşewe samnake, bem befir û ba û borane Em zemîne bo baweşî heqîqetî ebeytewe Honrawe: Refîq Sabîr

Bêjebêje © 2015-2024