a photo of Karwan Osman

Karwan Osman

Ey Firîştekem

ey firîştekem dwa nîgay dwênêt bû be pirsyar û giyanî hejarêk zanîm çî ellêyt, boye wa emşew dwa skallay derunmit bo enusim gwêm lê ragre, qînit lêm nebê, ke wa cêt dêllim le nêw jiyanmana, deng û reng nemawe, herçî soz û xende û bîr û raye, fewtawe sîmay xelkî şarîş, wa be dest gurgewe min nebim, to nebît, kê gurgekem rawkat? min nebim, to nebî, ew nebê‌ bo çandinî şadî, leser xakî dillî minallanî hetîw û lêqewmawî cîhan! bo lêburdinî jin, leser wişey rastî, min nebim, to nebî, ew nebê, kê bîka? bo dozînewey mêjûy winbûman bo hênanî beharêkî pirr le şadî û gull ey firîştekem qînit lêm nebê, wa fêrkirawim hergîz kirrnoş bo xefet nebem mallawa.. mallawa.. mallawa.. bo çandinî şadî, leser xakî dillî minallanî hetîw û lêqewmawî cîhan bo nawêkî xoş, bo korpekeman bo naştinî gullêkî geş, bo perçemî to

Bêjebêje © 2015-2024