a photo of Karwan Osman

Karwan Osman

Ey Hawrê Giyan

Ey hawrê giyan em laneye Ke emroke wêraneye Rojanê bû zor ciwan bû Baxçeyekî zerd û sûr bû Hêlaney kotirî spî bû Kitêbêkî pirr le nûr bû Hemû cê pencey daykim û Rencî bawkî rencderim bû Baweşêkî zor be soz bû Cêy hezaran lêqewmaw bû Cê semay estêrey şew û Şwên maçî hetawî sûr bû Le nakawa lew çirkesate jakawe Lafaw hesta û dirrindane Şepolî girrî têberda û Em laneyey wa sûtandim Ey hawrê giyan em laneye Mêjûy pişt û dêrînme Ba bifewtê, têr bisûtê Bibête şwênî qel û dall Min be hîwam ke rojê dê Em laneyey bom bas kirdît Be burkanî qînî tînûm Şepolekan esûtênêt Dilniyaşim ke toy azîz Destî mandûm le dest binêy Le caranî xoştir debê Le caranî ciwantir debê

Bêjebêje © 2015-2024