a photo of Karwan Osman

Karwan Osman

Min Ke Mecnun Bim

Min ke Mecnun bim ey refîqan Leyla ebê Leyla nebê? 'Erzî ken tû çawî Leyla Leylayî key wa ebê? Min ewa sûtawim û birjam bo nîgay çawî reşî Bû xil û bê lutfî cenabîşî hetakey wa ebê? Xunçeyî darî heyatim wa xerîke sîs ebê 'Erzî ken sirwey nesîmî lutfî key ber pa ebê? Laşekey xestew zebûnim bû be kogayî derd û êş Pêm billên tuxwa xezêney rehmî ew key ra ebê? Min ewa 'umirêkî zore lêm nebîst carê billê 'Erzî ken tuxwa heta key ciwabî ew her na ebê? Lêwî min takey bebar û dîmenim wek ze'feran Em hetakey yasemîn û hem gullî re'na ebê? Min hetakey bê newabim wek hetîwî pê bider? Ew hetakey text nişîn û hakmî dinya ebê? Min hetakey her nîşan bim bo xedengî çawî ew? Ew hetakey rawkerêkî bê xem û perwa ebê? Min hetakey her binallim şew heta katî seher? Ew hetakey bê xeyall û her cê xew da ebê? Ew hetakey hem nişînî meclîsî mey xor ebê? Min hetakey meclîsim her meclîsî wey ebê? Min hetakey çawerrwanî weslî ballay ew bikem? Ew hetakey nûrî çawî xeyr û em la û la ebê? Min hetakey bulbulêk bim şew nixun û dem be zar? 'Etrî ew takey hemîşe her nisîbî ba ebê? Şerte min her çeşnî xom bim kem neka meylî dillim Xorî ew ger xoşî gumka xorî min awa nebe

Bêjebêje © 2015-2024