a photo of Karwan Osman

Karwan Osman

Momî Temen

Momêkî tirî temenim dagîrsan û Her dîyar nebûy Ta lêm pirsî : bo wa matî Ne ba hewallî toy pê bû Ne legel barana hatî Wek koçerî dewar be koll Her Germîyan û kwêstan ekem Ay le xemî bê willatî De werewe, xo ta êsta Seferêkim nehate ber Koçekey berew jûr nebê Bimtwanîyaye, rêgakanim epêçawe Her bo ewey Mawey nêwanman dûr nebê De werewe Ba ewende bê to nebim Ke to win bî Minîş winim, namo debim Ke to win bî, namo debim Ger emcare wîstit birroy Wîstit be tenha cêm bêllî Bimkuje, ewsa cêm bêlle Ba ziryanîş Laşim legel xoy rapêçê Billêy kujraw gwê bidate Serma û baran û rehêlle

Bêjebêje © 2015-2024