a photo of Karwan Osman

Karwan Osman

Sozî Bawkêtî

Le nêw em gella werîne, baran laşim eşwatewe Her dillopêk lem barane, sozî tom bîr exatewe Soz û nazî pirr le hestî bawkêtî to Ke le nakaw bo diwayîn car le bîrma bû Ew seferey kirdit zû bû Babe zû bû be cêw hêştîn Yecgar zû bû be cêw hêştîn Legel koçta gella werî, tenhayî rûy le jînman kird Hezaran yadgarî ciwanîş bûne jurêkî sard û sirr Çawim kwêr bê nembînî diwa serincî mallawayît Heta têr baweşit piya kem, biçêjim sozî bawkêtît Hîç hestêk be sozit nagat Babe zû bû be cêw hêştîn Yecgar zû bû be cêw hêştîn Ke êwaran rû le şar û kollanekey ême deka Hawrêkanim be xendewe berew pîrî bawkyan eçin Her be tenha ême nebê le kollana Be milkeçî û kollê firmêsk le çawana Çawerrwanîn wekû caran leserî kollan derkewî Ew seferey kirdit zû bû Babe zû bû be cêw hêştîn Yecgar zû bû be cêw hêştîn

Bêjebêje © 2015-2024