a photo of Kawa

Kawa

Ez û tu

By: Ciwan

Çima qet nakenin, ew çavên reşbelek Pir dixwazim zeriyê, ez û tu bibin yek Çima qet nakenin, ew çavên reşbelek Pir dixwazim zeriyê, ez û tu bibin yek Bila bela bikeve derê Beko û fesadan Zeriya min xeyidî, deriyê dil li min dada Bila bela bikeve derê Beko û fesadan Zeriya min xeyidî, hey wax, deriyê dil li min dada Neçe zeriyê, neçe oy oy oy, ey yeka bi tenê Heyrana bejina te, xala li gerdenê Were zeriyê, were oy oy oy, ey yeka bi tenê Ez dildarê te me, xala li gerdenê Qeder ez kişandim, nava çerxa felek Wek destar dihêre, canê min, dunya min bûye teng Qeder ez kişandim, nava çerxa felek Wek destar dihêre, canê min, dunya min bûye teng Pir dixwazim ez û tu bi miradê xwe şabin Nîvê emrê min çû, lê ez mame dereng Pir dixwazim ez û tu bi miradê xwe şabin Nîvê emrê min çû, lê ez mame dereng Neçe zeriyê, neçe oy oy oy, ey yeka bi tenê Heyrana bejina te, xala li gerdenê Were zeriyê, were oy oy oy, ey yeka bi tenê Ez dildarê te me, xala li gerdenê Ez bûme serxweşê, wan çavên tey reş Bê te ez nexweşim, ey zeriya rûgeş Ez bûme serxweşê, wan çavên tey reş Bê te ez nexweşim, ey zeriya rûgeş Xerîb warim hêlîn sarim, bi dûrketina te Kesera canê min, heyrana bejina te Xerîb warim hêlîn sarim, bi dûrketina te Kesera canê min, heyrana bejina te Neçe zeriyê, neçe oy oy oy, ey yeka bi tenê Heyrana bejina te, xala li gerdenê Were zeriyê, were oy oy oy, ey yeka bi tenê Ez dildarê te me, xala li gerdenê

1

Bêjebêje © 2015-2025