the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Kazhe Hawta

Dilî Min

Lew rojewe royştuwe, torawe dillî min Herçend degerrêm, bê ser û şwên mawe dillî min Axo be çi şaxêkewe gîrsawe dillî min Ya xo be çi daxêkewe sûtawe dillî min Etlêtewe gahê be xeyallî xet û xallî Exulêtewe gahê be çiray şewqî cemallî Nazanî eger çone be dest derdewe hallî Wek puş û pellaşêke be dem bawe dillî min Boçî nerjê seylî siruştim weku baran Boçî wek û ye’qub nebme şuhrey şaran Lem yusife pirsîwme le bêgane û yaran Hergîz niye soraxî le hîç lawe dillî min Bêxud

Bêjebêje © 2015-2024