the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Kazo

Buhar Havîn

Buhar havîn emrê ciwan Dinya çû wek xewê şevan Pelê dara min weşandin Kete li ser av û çeman Were neke were neke Çave xwe'j ronikan veke Te ez kuştim bi van çavan Wa ez diçim mi'j bîr neke Ji evînê neke kînê Dildarî xweş e evînê Dema ez çûm vê dinyayê Êdî neke bo min şînê Were neke... (Dîsgotin) Rêwingi m ez rêkam dûr e Jidûrketina te pir zor e Min koça axiryê bar kir Min têr nedît gula sor e Hêsîr û ber deryê te mam Te negot kerem ke jor e Were neke... (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024