the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Kazo

Çiyayê Sûmbûl

Çiyayê Sûmbûl Hekarî Keç û xort li digerîn Em ji hev bir birkêr in Wek berxên guran xarî Mêze kin hemû dinê Kurdistan maye bi tenê Bê te naxwazim jîyan Dixwazim ez mirinê Navê te Çiyayê Sûmbûl Dîtna te dixwazim ji dil Avê çem û kaniyê te Derman dike dilê kul Mêze kin... (Dîsgotin) Keviyê berfê li ser te Ber çelan zozanên te Mizgîn li te ey Sumbul Gel bûye mêvanê te Mêze kin... (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024