the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Kazo

Ew Ro Cejn e

Ewro cejn û seyrana min, de tu were ba min Hizr û xeyalên te lê lê, naçe'j bîra min Bûm aşiqê wan çavên te, hey gumana min Jiyan te'l min kirî zindan, karxezala min Yar yar yara min Bi sehera sibê rabûm, ez te nabînim Wek bulbula nav baxê te, boy te dixwînim Evindar rûniştin ji hev ra, derdê xwe dibêjin Dilbirîn in sîtemkar in, kezebbixwîn in Yar yar xemgîn in Piştî te dil nadim kesê, bi sond û peyman Te'j bîr nakim lê nazikê, Encîl û Quran Dil xwe heram bikim bê te, dilan û seyran Tu jiyana emrê minê, paytexta dilan Yar yar malwêran Gotin: Gelêrî

Bêjebêje © 2015-2024