the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Kazo

Felek

Hey felek, hey zalim felek, hey bêbext felek, hey mala te xirab e ma jiyan ji bo gelê dinyayê heye, ji boy me te gelek dîtiye, felek, bêbext, xayîn Yar yar felek, ay felek, felek.. Hey mala te xirab e felek Xelqê winda kiriye însan û tebîyet û exlaq û gelek îro li me naxuyên serok û rêberê Kurdan, zatê min nebir her du çavê reş û belek Felekê kire gazî go Kurdo razawo, çawîşa li ser me da binêre çiyayê bilind û belekîn e Mi go felekê mala te xirab e derdê xelqê yek û du ne, te li can û bedenê me vekiriye sê sed û şêst û şeş birîne De ka ji kerema xwe bêje dermanê birînê me çi û çi ne Mi dikire gazî, go bigere dermanê birînê te li vê derê tu nîne Mi rabû namek nivîsî, bera xwe dabû li ser ziyareta Şêx Ehmedê Xanî merqeda wî li Bazîdê dimîne Mi rabû li vê derê bera xwe dabû li ser ziyareta Feqiyê Teyran merqeda wî li Wanê li Mîksê dimîne wî.. Mi li vê rabû bera xwe dabû serê Sîpanê Xelatê meskenê Siyabend û Xeca zerîn e Ez berjêr hatim bera xwe dabû ser ziyareta Şêx Mûsa Enzîlê merqeda wî li orta Diyarbekir û Mardîn e Mi rabû bera xwe dabû Cizîra Botan, ser merqeda Melayê Cizîrî, merqeda wî li ser dehlê dimîne wî.. Mi li vê rabû bera xwe dabû ser ziyareta Elî Şêx Seîd Riza, Şêx Seîd efendî, ew şehîdê azadiyê ne Mi rabû li vê berê xwe dabû li îdarê Mehabatê Meydana Çarçira sekinîm, bi zarawayê soranî kire gazî mi go kak, ji min ra bibêje merqeda Qazî Mihemed li kê derê dimîne Mi dî yekê kire gazî go mala te xirab e, qey tu nizanî neyaran Qazî Mihemed li vê meydanê xeniqandine wî.. Ay felekê felek, felek felek.. Hey mala te xirab e felek Yar yar felek, mi li vê rabû bera xwe dabû li ser ziyareta Şêx Mehmud Berzincî ne Ez li vê rabûm bera xwe dabû li ser ziyareta Mela Mistefa Berzanî ne Mi rabû bera xwe dabû li bin xetê, ser ziyareta hunermendê nemir jê ra dibêjin Seydayê Cegerxwîn e Mi dî evî kire gazî go hey mala te xirab e qey tu nizanî dermanê birînê mi û te çi û çi ne Dermanê birînê min û te, deşt û zozan, çiyayê bilind, avê li binê belekiyê berfê digêşin Kurdistana rengîn e Li bal bî însaniyê ew ê îsal bîst sê sala şerê azadiyê dimeşîne Lê sed heyf mixabin çi ew biriyê, bejna bilind di Îmraliyê da destê neyaran da dîl dimîne wî.. Ay felek felek, felek felek.. Hey mala te xirab e felek

Bêjebêje © 2015-2024