the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Kazo

Newroz

By: Ciwan

Newroz buhara şîrîn Kanî rûbar xemilîn Şahî cejna Newrozê Nojdara dilê birîn Newroz newroza me ye Pîroz bit sersala we ye Her sal her dem wê rojê Cejn û seyrana me ye Her sal her dem wê rojê Cejn û dîlana me ye Newroz heyva adarê Cotkar rabûne karê Rengê gul û sosina Bû mizgînya buharê Newroz newroza me... (Dîsgotin) Newroz şahiya dilan Dermanê derd û gulan Geş kin agirê newrozê Ji boy azadiya gelan Newroz newroza me... (Dîsgotin) Eva cejna newroz e Hem cejn e hem jî doz e Tu hebûna me kurdan Me dabû peyman û soz e Newroz newroza me... (Dîsgotin)

0

Bêjebêje © 2015-2025