the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Kazo

Şepal û Şeng î

Êdî ji boy te nagrîm, te naynim ez bîra xwe Destê xwe ji destê min berde, herkes here riya xwe Li ser rûyê dinyayê min derd û kul pir kêşa Yarê ma tu nizani gelek dilêm te êşand Bes e bes e yara min Tu xayin î yara min Tu bêbext î yara min Tu nezan î yara min Bajarê Wanê xweş e meskenê dost û yaran Li ser gul û nêrgizan xweş tên avên rûbaran Evinê'j bîra'm nayê li ber zulma neyaran Em ê li çiyan bibin mêhvanê xwişk û biran Em ê li çiyan bibin hevalê xwişk û biran Bes e bes e... (Dîsgotin) Şepal û şengç yarê, tu yarek pir şêrîn î Nêrgiza'l serê çiyan, ji boy min tu evin î Xatir xwast'l min yarê, êdî tu min nabînî Singê te bax û bistan, ev dermanê birînê Bes e bes e... (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024