the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Kazo

Te Bir Ha Te Bir

Mêvan im ez îro li te Gelek şa bûm bi dîtna te Ger min hebît hezar yek can Ez ê qurban bikim boy te Li ser mila por û kezî Çavê min dît dilêm lerizî Êdî bes e bavzalimê Te ez kirim ta û derzî Te bir ha te bir ji xwe ra dil Tu melhema lê wî dilê qul Min dil da te bi hêsîr jar Min nehêle lê bê dost yar Çi xweş şêrîn e yara min Ah û hesret hebûna min Di nav baxê dilê min de Gula sor î lê berbîna min Li ser mila... (Dîsgotin) Me dil da hev bi ciwanî Me dara azadiyê danî Hişk nabe dara jiyanê Dema tu nav dilan danî Li ser mila... (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024