the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Kazo

Tu Çûyî Yarê

By: Ciwan

Tu çûyî yarê te negot min xatirê te Xwezil nizanîba çi bû gotina te Bila kes nebîne derdê cûdayê Ev çend sal e dil disoje li hêviya te Yarê bê te ez bê kes û xerîb im Bê can û dil bê dost û bê hebîb im Ew gava eşqa te ket nava dilê min Birîndar û nexweş im bê tebîb im Yarê dilê min ji xema nalîn tê Xelq û ’alem bo halê me gîrîn tê Heçî nekişayê derdê evînê Bi jiyana evîndara kenîn tê

0

Bêjebêje © 2015-2025