the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Kejal Ehmed

Felsefa Mîwefiroşek

Hawrêm to wek qeysîyek bûyt Her ke wîstim tamit bikem Hatim kirrok û nawerrok im firê dayt Dostî dêrîn To hendê car lalengît! Her le xotewe rût debiyewe Carîş heye her wekû sêw Be bê twêkil û Be twêkilîşewe dexurêyt! Dirawsêkem To her wek çaqoy mîweyt! Katê nîye le ser sifre Malî ême nebînrêyt Belam debê lêm biburît Min hezim lêt nîye! Nîştîmanî ezîz im belam to lîmoyt Hemû dinya ke nawit hat Naw demyan pirr debêt le aw Ke çî min mûçirkim piya dêt! Ey ewey natnasim Bêguman im lewey şûtît Ta wek çeqo be naxta roneçim Natwanim bizanim to çît!

Bêjebêje © 2015-2024