Kejal Ehmed
Tanya Tallek
Tallê le qijim ciyabowe
Min wek daykim
Maçim nekird û nemxiste
Serçawanim
Hemû carê
Talleke raekêşim û
Dayenêm
Le naw kitêbêkî kon da
Leber ewey namewêt kes
Bîrim bikat
Pallewanî kitêbe konekan nebêt
Herweha namewêt
Azîzêkî tir bibînim
Qellem û laperre û dêrr nebêt