the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Kenan Sozdar

Bila Bimrim

Şevê din min xewnek dîtibû Lê di wê xewna xwe da Ez hişyar bûm ronîkê min ser balîkê min diweşî ! Min çavê xwe derûdora xwe gerand Lê min dîsa xwe tinê dît ! Hey zalim, hey bêbext, ji bona te ye tu nabînî.. yarê. Ez nexweş im, ji bona te halê'm yeman e Birîndarê bejna te me, derdê'm giran e Hekîm dibê dîtina yarê ji te ra derman e Çima nayê ? çima nayê ? Ji bona min yarê ! Bila bimirim çavê reş merzelê min be Bila bimirim xemla te kefenê min be Bila bimrim eşqa te ser dilê min be Bila bimrim, bila bimrim bona/seva te yarê Dengekî xweş li min peyda, ew dengê te ye Dîsa çavê'm ronahî da, ew rengê te ye Nalînek çû dilê min da ji bona te ye Çima nayê çima nayê ji bona min yarê

Bêjebêje © 2015-2024