the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Kendal Manîş

Marşa Rojava

Keç û xortên şoreşvan Diparêzin niştîman Natirsin ji kuçikên hovan Em derxînin ji axa kalan Bijî bijî rojava Ji bo te canê me feda Erîşên dijmin bûn vala Kurdno mala we ava Keç û xortên qehreman Şer dikin ji bo Kurdistan Ji bo zarok bikin jiyan Hazir in bibin pakrewan Qamişlo, Afrîn, Kobanê Amûdê, Dêrîk, Hesekê Tirbespî, Serêkaniyê Bijî rojavayê Kurdistanê

Bêjebêje © 2015-2024