Kendal Manîş
Marşa Tekoşîn
Ala me zer, sor û hêşîn
Bernadin em vê tekoşîn
Heval hatin ji Kelaşîn
Dayê êdî tu nekêşîn
Gerîlla bi nav û deng e
Bi roket û bi tifing e
Xortê Kurda zahf çeleng e
Li her derî li ser ceng e
Bi berxwedan û raperîn
Dîrok dinivîsînin bi tîpê zêrîn
Ji Qamişlo heta Efrîn
Ava dikin welatê şêrîn
Şalê min şalek heftreng e
Şîyar be sibê (heval) dereng e
Keça Kurda şer leheng e
Ji dijmin ra jîyan teng e