the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Kerem Sevinç

Rûken Be

Meriv yekcaran j’her tişt aciz dibe Dinya zindan dibe ezman tarî dibe Dîsa jî rûken be, dilê xwe teng ne ke Ev dinya tev qehir û kul û jan û derd e De bese megrî lo dev jê berde Rûken be rûken be, dilê xwe teng neke Erê neyar û dijmin can ji te girtine Tu ji welat dûr ketî kêfa te ne li cî ye Dibe ku yara bengîn te berdaye çûye

Bêjebêje © 2015-2024