the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Keremê Erefat

Bedewê

Herê tê çima wisa pir bedew î, notlanê, gulsosinê, terazina berbiroyê Çavê te yê belek e xoş kil dayê Sûretê te yê sorê xalxalî agir dayê De çend sal e îsal tu li mi hêsîrê qampanata lo destûr dayê Ax teresê lê êê way, ax merezê lê ê ê way, avil heyatê lê, ax merezê lê lê Êrê kurmalê, xwezila malê me danîbûna, fêza belekiya bi firar e Wî terezê bejna te zirav e nolanê spîndarê Kewa gozel enîkever e, gulî çil û çar e De rezê go na şemdana şevê, bûme stûxwar e Ax teresê lê, ax merezê lê, avil heyatê lê, ax merezê lê lê Wî teresê, şare bilbil sekiniye ser zinar e De wê ça halê dilê mi ra divê û dinale Me tê kewa gozel û qerî dev û zar e Ez evdalê Xwedê, seva bejna bilind bûme tengezar e Ax teresê lê, ax merezê lê, avil heyatê lê, ax merezê lê lê

Bêjebêje © 2015-2024