the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Keremê Erefat

Dengbêjê Erşa

Tu dengbêjê erş û erda Tu dengbêjê bexçê nû Tu mêzîna rihê bendewar Eşq û şayê heta ku Tu dipîvî rêkê tarî Geliyê kûr e ne dihar Ber te rast in çiya û banî Binê behra te ra war Destê te da birûske şûr Rakê te ra bûye tî Tune tune te ra ciyê dûr Gulê nekî tu teled î Tu dengbêjê erş û erda Tu dengbêjê bexçê nû Tu mêzîna rihê bendewar Eşq û şayê heta ku

Bêjebêje © 2015-2024