Keremê Erefat
Gundê Me
Can gundê me, gundê me, tenê rind e gundê me
Nava hezar gundî da, dîsa tenê gundê me
Kaniya zelal ortê da mêşe, çawa rex wê da
Her malekî her gava, ken û kilamê tê da
Can gundê, me gundê me, tenê rewşa gundê me
Qaleçîçek ku radibe wexta teze vedibe
Em jî xwezila xwe tînin, xeml û rewşa gundê me
Can gundê me, gundê me, tenê rewşa gundê me
Can gundê, me gundê me, çi delal e gundê me
Zef bedew e gundê me, ew ê heta devê me
Rojê oxirmê giran boy gundiyê me emrê me
Can gundê me gundê me, demê derman gundê me