Keremê Erefat
Hey Bilûr
Tu dibînî sewtê zelal, notla kaniya singê çiya
Û sewdê te temirê zehelal, perwaz didin her aliya
De bi qirna kiriye guvîn û qeveqev hey bilûr
Bûyî hogira çiya û şivên, hogira nazik te yê bilûr
Bê xew qey wexte çiqas, şev û xortê qîzika
Qey mizdane çev biriyê xwe û giriyane dizîka
Bike gujîn bilûra zîz, li vî çiyayê kaw biba
Ez hesreta dengê te zîz, ez heyrana sewtêna