the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Keremê Erefat

Hey Wayê

Hey wayê, hey wayê, hey wayê Ez ê derketim derê dîwana Bavê Şemo Sekinîm gelo çima min şerm nekir Maqûlo, ez ê derketim derê dîwana Bavê Şemo Sekinîm gelo çima min şerm nekir De minê qasekê şerê mêrxasa, egîda, efata, orta meydanê tamaşe kir De minê, orta meydanê tamaşe kir Fatimê gote Medînê go lêxin, teyrê mala bavê min de hûn lêxin Qeymeqamê Deşta Mûşê serê şêxê Amedînê pêşberî koçka belek serî lêxin Ez Hesen im, Hesenê delodîn im Destê xwe davêjime gulsosina diçirpînim Lo xweyo ser birînê xwe datînim Hey wayê, hey wayê, hey wayê Siba van çaxa ez ê birca belek xira bikim Gozekewê bikime tewlexana hespa Nîveka wê bikime mereka kayê De nîveka wê bikime mereka kayê Hetanî hêsîrê azadê werine hewarê vê recayê De vê sibê dilê mi dibê ye Maqûlo vê sibê dilê mi dibê ye Zordir Basaxan ne li vir e li Wanê ye De ne li vir e li Wanê ye Leyl Mezrûm rijiyaye rûbarî erdê ye De wê ça Leylî Mezrûm rijiyaye rûbarî erdê ye Gulsosina avêtiye çokê devê ye Konê reş î erebî rakirine ser darî dar rimê ye De wê ça konî reş î erebî rakirine ser darî dar rimê ye De loy lo, de loy lo, de loy lo, ne li malo

Bêjebêje © 2015-2024