the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Keremê Erefat

Lo Lo

Lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo, dû Gêdûga şewitî darî mezî Maqûlo, dû Gêdûga şewitî darî mezî Elongê Mîro sê mêrê cerdê kuştine Karabîna Elongê Mîro, orta meydanê barûda hûr dixwazî De orta meydanê barûda hûr dixwazî Pey Elongê Mîro bûye hewar û gazî Bajo axawo tu xweşmêr î Êla Mîrongayê êleke giran e, tu carî bê te nabe Lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo, dû Gêdûga şewitî wê kevir e Maqûlo, dû Gêdûga şewitî wê kevir e Elongê Mîro sê mêrê cerdê kuştine Birînê wana ne şûr û riman e De birînê wana ne şûr û riman e Tu carî lo xweyo kemagir e Bajo siyaro tu xweşmêr î Lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo, dû Gêdûga şewitî wê zebeş e Maqûlo, dû Gêdûga şewitî wê zebeş e Elongê Mîro sê mêrê cerdê orta meydanê kuştine De wê ça sê mêrê cerdê orta meydanê kuştine Pey Elongê Mîro bûye hewar û gazî Nîgarê bida hin direve lo xweyo him jî dimeşe Lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo, çaxê dora Eloyê Mîro digirtin Maqûlo, çaxê dora Eloyê Mîro digirtin Pêra derketiye Silêman Axayê kurap, Evdalê bira welgerandiye rûbarî Ava Reş e De wê ça welgerandiye, rûbarî Ava Reş e Bajo axawo tu xweşmêr î Êla Mîrongayê êleke giran e Tu carî, tu wexta lo xweyo bê te nabe

Bêjebêje © 2015-2024