the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Keremê Erefat

Wey Lo Pezo

Wey lo pezo, wey lo pezo, wey lo pezo, wey lo pezo wey lo pezo, baxerezo Wey lo pezo, pezê sor e, wey to lo lo lo lo lo pezê sor e Min û maliya malê, sala îsal xwey kiriye seredor e Heçî gava tavî teyrokê der biharê didine nava çevê kevaniyê Divê mêro bextê te Xwedê te da me, hela dîna xwe bidê Pez xweykirin çiqa zor e Wey lo pezo, wey lo pezo, wey lo pezo, kul merezo Wey lo pezo, pezê qer e, wey to lo lo lo lo lo pezê qer e Min heft sala lo lo lo lo xwe da li ber e Heçî gava qîzê bûkê vî zemanî rabûne, çev mi ketine Divê hela dîna xwe bide heyfa Keremê por kurîşkî, tuncikî tereş Were şivan e, dinê da bê xeber e Wey lo pezo, wey lo pezo, wey lo pezo, kul merezo Were ez kesîv im, tune pezê min e Gundî cînar mala xwe da rûniştine dikin xeybeta li min e Kevaniya malê sewa pez mirya te ji min e Wey lo pezo, wey lo pezo, wey lo pezo, kul merezo Were ez kesîv im, pezê mi hindik e Kevaniya malê yeke bejn gulover e, li kinik e Evê qîza bê însafa sibê hetanî êvarê, seva pêz kîn e rik e Wey lo pezo, wey lo pezo, wey lo pezo, kul merezo Wey lo pezo, wey lo pezo, wey lo pezo Mi pez firot dabû dewar Navê kevaniya malê Cewar Ewê qîza bê însafa sibê hetanî êvarê seva pez rihê me jî dixwar Wey lo pezo, wey lo pezo, wey lo pezo, kul merezo Wey lo pezo, pez qerqaş e, wey to lo lo lo pezê qerqaş e Mi çêrandiye deşt û zozan, ker û kaş e Heçî cara destê bêriyê kevanî miya didoşe Gava çav beroşa şîr dikeve Divê mêro bextê te Xwedê te da me Hela dîna xwe bidê, şîra miya çiqas xweş e, pez xweykirin çiqas baş e Wey lo pezo, wey lo pezo, wey lo pezo, kul merezo Wey lo pezo, pezê nêr e, wey to lo lo lo lo pezê nêr e Belkî vê payizê seva dewetê kurmancê nava te keve balte kêr e Wey lo pezo, wey lo pezo, wey lo pezo, kul merezo

Bêjebêje © 2015-2024