a photo of Kerîm Kaban

Kerîm Kaban

Azarî Ciyanî

Qet nedey azarî ciyanî Mest û bê daranî şew Xot nexeyte ber şepolî Aşqî bê bayanî şew [x2] Ey kiçî xwa wendî ciwanî Ey çiray dîwanî şew [x2] Xot biparêze le ahî Dil birîndaranî şew [x2] Nek xwane gerde cîre Bê dûwaî nalanî şew [x2] Wêlim û tarîke dewrim Ferşî rêgem meynete Bê kesim tenha enalim Mergî xomim azrete [x2] Sazî ahengî şewanim Sozî cergî let lete [x2] Yawer û yarî enîsim Ah û aşqî hesrete [x2] Aferîn hey bare gela Dîdey giryanî şew [x2] Wa nezanî destî xem Yadit le dilda dereke Aşqî xwênînim delîle Bo kesê bawer neke [x2] Ciyanekem bew tişkî çawî Şer le gel exter eke [x2] Dil ebête qetreye xwên Û le dîdem ser eke [x2] Her ke raburê be dilma Suhbetî caranî şew [x2] Hewlî zorim da le dawî Zulfî ew bê mirweta Derçim û duwahî bihênim Bem azab û meynete [x2] Pêy wutim bê sûde hewlit Takû mawî cêgeta [x2] Taze lem pêç û xemî zulfe Necatit zehmete [x2] Lay sexî teba'n mehala Ruxsetî mêwanî şew [x2] Ruxsetî mêwanî şew [x2]

Bêjebêje © 2015-2024