the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Kewê

Em Bernadin

Doza şêrîn gelê xwe Bernadin em bernadin Sozdane şehîdên xwe Bernadin em bernadin Rawestîna me de bin Gelê min tev şiyar bin Sonda me şehîdên me Em Bernadin bernadin Riya wan riya me ye Em Bernadin bernadin Kesem bi navê xweda yê Wê dozê em bernadin Ew seref û namûs e Bernadin em bernadin Wa ye dîrok dinivîsîne Bernadin em bernadin Doz dikin ji min bê hese Ser dide em ser nadin Sonda me şehîdên me Em Bernadin bernadin Riya wan riya me ye Em Bernadin bernadin Kesem bi navê xweda yê Wê dozê em bernadin Me soz da ye canêm ji jiyanê tev de bûriya re Emê berê xwe bidin ber roja Mezopotamya Em bernadin doza bedenên agir ji kûlîlkên xwîn hat dayîn Pirîşdayên ku jiyanê mezin kirin He ya jiyanekê bi rûmet He ya welatek azad Me sozda ye em destê hev bernadin He ya li ser bûrja Amedê ala me bilind bibe ! Sonda me şehîdên me Em Bernadin bernadin Riya wan riya me ye Em Bernadin bernadin Kesem bi navê xweda yê Wê dozê em bernadin

Bêjebêje © 2015-2024